Önder Beyter
16 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2018
ANKARA
Li dinyayê ji sala par vir va hejmara însanên ku têra xwe xidayê naxwin gihîşt 821 milyonî û herwiha ji her 9 kesî kesek birçî ye.
Li gorî agahiyên ku peyamnêrê AAyê ji rapora ku sernavê wê "Ewlekariya Xidayê ya Dinyayê û Rewşa Xwarinê ya 2017an" e û bi hevkariya Rêxistina Xida û Çandiniyê (FAO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Programa Xidayê ya Dinyayê (WFP), Fona Alîkariya Seba Zarokan a NYyê (UNICEF), Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) û Fona Pêşketina Çandiniyê ya Navneteweyî (IFAD) hat amadekirin berhev kir, li dinyayê hejmara însanên birçî zêde bûye.
Di asta kurewî da ji sala par vir va hejmara însanên ku têra xwe xidayê naxwin gihîşt 821 milyonî ku ev reqam jî ji her 9 mirovî teqabulî mirovekî dike.
Di jinan da bêxwînî û di navsereyan da jî obezîteyê di asta cihanî da serê xwe hilda û çû. Ji 3 jinên ku di êwra xwe ya welidînê da ne jê yek bi bêxwîniyê ra têdikoşe ku ev rewş hem ji bo jinan û hem jî ji bo zarokan dibe sedemê kêşeyên mezin yên tenduristî û geşedanê. Li Afrîka û Asyayê hejmara jinên ku ji ber bêxwîniyê bêzar in, li gorî Amerîkaya Bakur nêzîkî 3 qatan zêdetir e.
Li dinyayê herwiha ji 672 milyonî zêdetir navsere bi obezîteyê ra têdikoşin. Herçiqas kêşeya obezîteyê herî zêde xwe li Amerîkaya Bakur dabe der jî lêbelê ev kêşe bere bere li Afrîka û Asyayê jî serê însanan diêşîne.
Herwiha li Asyayê ji her 10 zarokî jê 7 zarok bi jarî û lawaziyê ra têdikişe. Welatên ku ev rewş lê pir berbelav e, Cibuti, Eritre, Hindistan, Nijer, Papua Gineya Nû, Sûdana Başûr, Sri Lanka, Sûdan û Yêmen e.
- Pêwîstiya 39 welatan bi alîkariya dereke heye
Ji aliyekî din va jî li gorî rapora FAOyê, li Afrîkayê 31, li Asyayê 7 û li herêma Karayîban jî 1, ango li ser rûyê erdê bi tevahî 39 welat pêwîstiya wan bi alîkariya xidayê ya dereke heye.
Di raporê da welatên wekî Efxanistan, Burkina Faso, Burundi, Giravên Pozê Kesk, Kamerun, Komara Afrîkaya Navîn, Çad, Kongo, Koreya Bakur, Komara Demokratîk Kongo, Cibuti, Eritre, eSwatini, Etiyopya, Gine, Haiti, Iraq, Kenya, Lesotho, Liberya, Libya, Madagaskar, Malavi, Mali, Moritanya, Mozambik, Myanmar, Nijer, Nijerya, Pakistan, Senegal, Sierra Leone, Somalî, Sûdana Başûr, Sûdan, Sûriye, Uganda, Yêmen û Zimbabve li dû hev tên rêzkirin û tê destnîşankirin ku pêwîstiya van welatan bi alîkariya xidayê ya dereke heye.