Çağrı Koşak
23 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 24 Tîrmeh 2024
Hemasê diyar kir, civîna ku li Çînê di navbera grûbên Filistînî da hat kirin, "seba yekîtiya neteweyî gaveke girîng e".
Serokê Ofîsa Têkiliyên Neteweyî ya Hemasê Husam Bedran der barê civîna ku grûbên Filistînî di 21 û 22yê Tîrmehê da li Pekîna paytextê Çînê kir da daxuyaniya nivîskî da.
Bedran diyar kir, danezana ku grûbên Filistînî li Pekînê ser li hev kir "Seba yekîtiya neteweyî ya Filistînê gaveke girîng e".
Bedran ji bo ku danezan derkeve holê Çînê "hewildaneke mezin" da û ew ji bo vê hewildanê spasdar in û destnîşan kir ku Amerîka li dijî vê peymana navbera grûbên Filistînî ye.
Bedran daxuyand, xala herî girîng a vê danezana ku grûbên Filistînî îmze kir "Avakirina hikûmeteke mitabaqatê ya Filistînê ye. Ev hikûmet wê li Xeze û Şerîeya Rojava gelê Filistînî bi rê va bibe, fealiyetên avakirina jinûva kontrol bike û şert û mercên hilbijartinê amade bike."
Çînê di 21 û 22yê Tîrmehê da mazûvaniya "civîneka netewey ya berfireh" kiribû û Tevgera Fethê û Hemas di serî da grûbên Filistînî beşdarî civînê bûbûn.