Serokwezîr Ahmet Davutoglu di Lijneya Giştî ya TBMMyê de bernameya hikûmeta 62emîn xwend.
Di bernameya hikûmeta 62emîn de hat gotin ku 10ê tebaxa 2014an di dîroka siyasî ya welêt de rojeke pir girîng e, lewra Serokomarê 12emîn ji hêla gel ve hate hilbijartin. Ji ber vê jî, Serokomariya ku berê dibû mijara qeyranan, ji hêla aliyên vesayetan ve dihat suîstimalkirin êdî ji vê astê derket û bû xwedî wateyeke nû.
Di bernameyê de wiha hat gotin: "Di 10ê tebaxê de îradeya gelê me beyî dudiliyan tecelî kir, tercîha gel bi awayekî xurt di rêvebiriyê de hat nîşandan û demokrasiya me gihîşte asteke bilind. Bi vê hilbijartinê ve 'Deriyên Tirkiyeya nû heta dawî vebûn'. Pêvajoya avakirina Tirkiyeya nû dest pê kir."
Di bernameyê de hat gotin ku heke xebatên 12 salan û reform nebûna îro dê behsa 'Tirkiyeya nû' nehata kirin. Bernameyê wiha dewam kir:
"Di serî de pêvajoya çareseriyê, ji bo meseleyên navxweyî bên çareserkirin bi awayekî bibiryar gavên xurt dê bên avêtin. Di pêşbirka dinyayê de rewşa gelê me dê bê xurtkirin. Gelê me warisê şaristaniyeke mezin a ku ji yekîtî û biratiyê pêk tê ye. Em jî wek hikûmet bi hemû saziyên dewleta xwe ve xwedî vê şaristaniyê derkevin, bi hemû hêza xwe ve ji bo ku nirxên şaristaniya xwe ya qedîm xurttir bikin em ê bixebitin. Lewra dewlet û gel ancax û ancax bi hişmendiya aîdiyetê ve dikarin li ser pê bisekinin. Heke di civake de hişmendiya aîdiyetê kêm bibe, dewlet komek welatiyên xwe ji xwe dûr bixe, cuda bike, wê demê dewlet nikare rabe li ser piyan, ew gel nikare aram bibe û huzur pêk bê."
"Pêvajoya çareseriyê dê nebe mifteya dabeşiyê, dê bibe mifteya yekîtiyê"
Di bernameya hikûmeta 62emîn de behsa yekîtiya civakî û pêvajoya çareseriyê jî hat kirin.
Di bernameyê de hat gotin ku mafên bingehîn ên welatiyan û pêşxistina azadiyan, pirsgirêkên aîdiyetê û nasnameyê ji holê rakirin, bêyî cudaxistinê ji her aliyan re rêyên beşdarbûnê ya siyasî vekirin, yekîtiya welatiyan pêk anîn ji bo avakirina Tirkiyeya nû pir girîng e.
Hat îfade kirin ku piştî hikûmetên AK Partiyê bûn desthilat û polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê hatin sekinandin û hikûmetan hewl da ku ji bo hemû welatiyan azadî çêbibe.
Di bernameyê de hat gotin ku li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê hewl tê dayîn ku veberhênan bên kirin, bi taybetî jî ji bo alîkariya perwerde, tenduristî û civakî piştgirî bê dayîn.
Her wiha li gor bernameyê armanca van xebatan yekîtiya civakê û pêşveçûna Tirkiyeya hêzdartir e û wiha hat dewam kirin:
"Bi vê helwestê ve, pêvajoya çareseriyê ya ku di dema hikûmeta me ya 61emîn de dest pê kir ji bo paşeroja Tirkiyeyê gelek girîng e. Di vê çarçoveyê de, bi zagona çarçoveyê ya ku hikûmeta 61emîn derxist ve pêvajoya çareseriyê bû polîtîkaya dewletê. Ji bo ku pêvajoya çareseriyê bê domandin em ê xebatên xwe bidomînin û hemû saziyên ku bi vê mijarê re têkildar in kordîne bikin, ji bo ku çareserî demildest çêbibe em ê rê û rêbazên hewcedar bixin dewrê, ya herî girîng jî em ê bixebitin ku hemû girseyên civatê li vê pêvajoyê xwedî derbikevin. Ev pêvajo wê bi heman berpirsiyarî û hişmendiyê di dewra hikûmeta me de jî bidome. Di çarçoveya pêvajoya hikûmeta 62emîn de armanca nexşerêya me ev in; ji bo ku teror biqede, ji bo ku çek bên danîn û tevî civatê bibin û ji bo pêşiya tevlêbûna siyaseta demokratîk vebibe xebat dê bên kirin. Pêvajoya çareseriyê ne perçebûn e, yekparebûn e, ne biçûkbûn e, mezinbûn e, ne perçebûn e, yekbûn e û ji bo hêzdariya herêmî yekane mifte ye. Bi pêvajoya çareseriyê re welatîbûna meqbûl ji holê radibe û welatîbûna wekhevî saz dibe. Armanca me ev e. Ev pêvajo dê di civatê de restorasyoneke psîkolojîk pêk bîne û hişmendiya aîdiyetê de bixe holê û tehkîm bike. Em wek hikûmeta 62yemîn em ê xwedî li vê Projeya Biratiyê derbikevin û bidomînin."