Ekrem Biçeroğlu
21 Sibat 2025•Rojanekirin: 23 Sibat 2025
Hemasê eşkere kir ku Îsraîl dê di tura 8emîn a pevguherîna dîlan a ku dê sibê bê kirin da 602 Filistîniyan berde.
Ofîsa Çapemeniya Dîlan a girêdayî Hemasê der barê Filistîniyên ku dê di çarçoveya pevguherîna dîlan û agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê da bên berdan da daxuyanî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku 50 jê cezaya hepsê ya heta hetayê, 60 jê cezayên giran xwarî û 455 jê ji Xezeyê dê 602 Filistînî sibê bên berdan.
Ebû Ubeydeyê Berdevkê şaxa eskerî ya Hemasê Lîwayên Îzedîn el-Qesamê eşkere kiribû ku di tura 8emîn a pevguherîna dîlan a ku dê sibê bê kirin da 6 dîlên Îsraîlî dê bên berdan.