02 Tebax 2016•Rojanekirin: 03 Tebax 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku di nav efserên bi rutbe yên ku piştî lêpirsîn û doza ku der heqê Rêxistina Terorê ya Fethullahî (FETO) hatin vekirin de 2 tumamîral, 4 tuxamîral û tuxgeneralek heye.
Wezîrê Parastina Neteweyî Fikrî Işik eşkere kiribû ku piştî teşebûsa derbeyê 9 jê general 311 eskeran firar kirine.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin Tumamîral Hayrettîn Îmranê Fermandarê Baregeha Sereke ya Behrê ya Golcukê yê berê, Tuxamîral Ayhan Bayê Fermandarê Peywira Koma Bakur ê berê û Tuxamîral Nazmî Ekînciyê Fermandarê Peywira Koma Başûr ê berê jî di nav general û amîralên ku firar kirine de ne.
Hat ragihandin ku kesên navborî di dema teşebûsa derbeyê de eskerên ku li Firqeteyna Yavuzê Fermandarê Sîtolê Veysel Kosele ragirtin fermande kirine û piştî ku teşebûsa derbeyê bi ser neket bi bota Fermandariya Ewlehiya Peravê reviyabûn û piştî ku li Îzmitê derketibûn îskeleyê bi wesayîta ku li benda wan bû re firar kiribûn.
Hat diyarkirin ku Tuxamîral Îrfan Arabaciyê ku yek ji amîralên firarî de ye jî digel ku rayeya wî nîne jî şeva ku teşebûsa derbeyê hat kirin çûye navenda harekatê ya li baregehê, telîmat daye ji bo ku peyama emrê bila keştî derkevin behrê bişînin cihên eleqedar telîmat daye.
- Emir da ku tankan bişînin bajêr
Hat diyarkirin ku Tuxgeneral Alî Kalyoncu di çarçoveya lîsteya tayînkirinê ya qaşo ya ku di dema teşebûsa derbeyê ya FETO de hat amadekirin de tayînê Fermandariya Lîvaya Mekanîze ya 28emîn kirine. Hat gotin ku Tuxgeneral Alî Kalyoncu şeva ku teşebûsa derbeyê hat kirin hatiye lîvayê û emir daye ku tank û wesayîtên bi zirx bişînin navenda Enqereyê. Piştî ku teşebûsa derbeyê têk çû Kalyoncu jî di nav efserên firarî de cî girt.
Di çarçoveya lêkolîna der heqê dayîna hin agahiyên der heqê "Lêpirsîna sixûriya eskerî" ya li Îzmirê û belgeyên ku hatin bidestxistin de der barê "rêxistina FETO/PDYyê ya di nav Hêzên Çekdar ên Tirkan" de lêpirsîn dabûn destpêkirin. Nekarîbûn ku îfadeya Tumamîral Mustafa Zekî Ugurlu û Tuxamîral Alî Suat Akturkê ku der heqê wan de biryara girtinê hatiye derxistin, bistînin.