28 Hezîran 2016•Rojanekirin: 29 Hezîran 2016
ANKARA
Hemasê ji ber piştevaniya gelê Xezeyê û hewlên wî yên ji bo sivikkirina ablûkayê spasiya Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Tirkiyeyê kir.
Hemasê bi daxuyaniyekê ji ber piştevaniyê wê sipasiyên xwe ji Tirkiyeyê ra anîn zimên û destnîşan kir ku helwesta Hemasê li hember rejima dagirker wê neguhere û armanca wan ya sereke dawîlêanîna dagirkirinê û bidestxistina mafê netewayetî ye.
Di daxuyaniyê da daxwaza berdewamiya piştevaniya gelê Filistînê ji Tirkiyeyê û bi temamî rakirina ambargoyê hat kirin.
Daxuyanî wiha berdewam bû, "Di serî da ya dijî Mizgefta Eqsayê, hemî helwestên Sîyonistên dagirker yên dijî gelê Filistînê û doza wê divê dawî lê bê. Em weke Hemasê bi gelê Filistînê ra birîndar û şehîdên Mavî Marmarayê ku di rêya gel û doza Filistînê da xwîna xwe bexşandin, bi rêzdarî bi bîr tînin."