Abdullah Tel
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 07 Gulan 2017
XEZE
Di hilbijartina Serokatiya Buroya Siyasî ya Hemasa Hereketa Îslamî ya Liberxwedanê da di şûna Xalid Meşal da Îsmaîl Heniyye hat hilbijartin.
Li gor agahiyên ji rêvebirên Hemasê hat hildan bi pergala "vîdeo konferans"ê ya navbera Xeze û Dohaya paytextê Qeterê hat kirin da di encama hilbijartinê da Heniyye bû lîderê nû yê hereketê.
Di hilbijartinê da tevlî Heniyye ji rêvebirên hereketê Mûsa Ebû Merzuq û Mihemed Nizal jî ji bo lîderiyê cih girtin.
Îsmaîl Heniyye ji sala 2013an vir va alîkarê Meşalê Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê bû.
Hat ragihandin Meşal ji ber ku du caran hat hilbijartin êdî heqê wî ji bo careke din nema.
- Îsmaîl Heniyye kî ye?
Serokê nû yê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye di kampa Penaberan a Eş-Şatiyê ya li Şerîda Xezeyê sala 1963an da hat dinyayê. Heniyye bi qasî 4 salan di girtîgehên Îsraîlê da hat girtin. Ji sala 1999an heta 2004an sekreteriya Şêx Ehmed Yasînê avakarê Hemasê kir.
Heniyye ji êrîşên Îsraîlê yên ku moşek avêtibû ser konvoy û mala wî sax xilas bibû.