Rauf Maltaş
11 Sibat 2023•Rojanekirin: 12 Sibat 2023
Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo herêmên erdheja Kahramanmaraşê lêxist 70 makîneyên kar şand.
Alîkariyên bo Tirkiyeyê ji derveyê welêt tên şandin, didomin.
Ji HKIyê jî Weqfa Alîkariyê ya Barzanî 70 makîneyên kar şandibû û ew gihîştin Rihayê.
Tê plankirin ku konvoya makîneyên û wesayîtan bişev bigihîje Adiyemanê.

Nûnerê Ewropayê yê Weqfa Alîkariya Barzanî Awat Mistefa daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan peyama Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê ya wekî "derbasî be" anîn û wiha dewam kir: "Em êşa Tirkiyeyê di nav dilê xwe da hîs dikin. Em li cem Tirkiyeyê ne û çi hewce bike em ê bikin û piştgiriya xwe bidomînin."
Serokê Komeleya Alîkariya Mirovahî ya Mîranê Suleyman Şeênebî jî got: "Ekîbên me 9 saet piştî erdhejê derbasî Tirkiyeyê bûn. Ewilî ekîba ji 40 wesayîtî pêk dihat hat û niha jî konvoya ji 70 makîneyên kar pêk tê bi rê da ye. Em ê li Adiyemanê dest bi xebatê bikin."