Ahmet Aydın
10 Sibat 2023•Rojanekirin: 11 Sibat 2023
Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo erdhejzedeyên li Efrîna Sûriyeyê ya erdheja ku navenda wê Kahramanmaraş e bandor lê kir, 14 TIR alîkariya mirovî şand.
14 TIRên ku ji aliyê HKIyê ve hatin şandin ber danê êvarê ji Deriyê Sînorî yê Oncupinara li Kilîsê re derbasî Deriyê Sînorî yê Babusselamê yê li Ezazê bû.
TIRên ku kelûpelên tenduristiya berahî û xurek li wan barkirî bûn, gihişt Cindirêsa bajarokê Efrînê.

Hat ragihandin ku di TIRan de kelûpelên weke cilûberg, betanî û kon hebûn.
Serokwezîrê Hikûmeta Berwext a Sûriyeyê Abdurrehman Mustefa jî di parvekirina xwe ya li ser hesabê Twitterê de ji bo alîkariyan spasiya Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyê Parastina Sivîl û meclîsa xwecihî hat sitendin, li bajarokê Cindirêsê ku bi hezaran avahî lê bûne kavil, zêdetir ji 700 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Li wê deverê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.