Ethem Emre Özcan
11 Sibat 2023•Rojanekirin: 12 Sibat 2023
Li Sûriyeya ku erdhejên Meraşê lêxist ev 6 roj in xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.
Li Îdlib, Heleb, Hema, Lazqiye û Tartûsa bajarên Sûriyeya ku erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6 ên Meraşê lê xistibûn ji bo derxistina kesên di bin kavilan da mane xebat didomin.
Li gor agahiyên nûçegihanên AAyê yên li qadê ne Parastina Sivîl (Kumspî) li herêmên di bin kontola mixalifan da ne û li Îdlib û Efrînê xebatên xwe didomînin.
Milet li bendê ye ku kesên di bin kavilan da mane bên derxistin
Li gor daxuyaniya ji Parastina Sivîl hat dayîn li bakurê welêt bi sedan avahî ji ber erdhejê hilweşiyan û gelek ji wan jî zirar dîtin.
Di erhejê da herî zêde Îdlib û Efrînê zirar dîtin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê yên li qadê ne ji Tora Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SNHR), Parastina Sivîl (Kumspî), saziyên tenduristiyê, rayedarên herêmî û çavkaniyên herêmê berhev kirin, li Îdlib û herêmên hereketa Çiqlê Zeytûnê û Mertalê Feratê herî kêm 2 hezar û 166 kes mirin û 2 hezar û 950yî zêdetir kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya SANAya ajansa nûçeyan a rejima Esed, di erdhejê da li Heleb, Lazqiye, Hema û Tartûsê yên di kontrola rejimê da 1387 kes mirin, 2 hezar û 326 kes jî birîndar bûn.