Haydar Şahin
08 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
HAMBURG
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di Zîrweya Serokan G20ê ya ku li Almanyayê hat lidaraxistin da bi Serokê Emrîkayê Trump ra civîneke dualî kir.
Îro jî civînên Erdogan ên di çarçoveya G20ê ya li Navenda Konferansê Hamburg Messeyê da dewam dikin.
Di vê çarçoveyê da Serokomar Erdogan û Serokê Emrîkayê Donald Trump kom bûn û civîna wan bi qasî 20 deqîqeyan dewam kir.
Di roja ewil a G20ê da Erdogan beşdarî xebata ewil a bi navê "Mezinbûna Kureyî û Bazirganî"yê bûbû û li vê derê jî bi Trump ra bi qasî demekê axivîbû. Di hevdîtinê da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî amade bû.