HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Nunera Bilind a Polîtîkayên Ewlehî û Têkiliyên Karên Derve yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Federîca Mogherînî û şandeya ku pê re bû qebûl kir.
Li ser malpera fermî ya hikumeta HKIyê daxuyanî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hevdîtin li avahiya Serokwezîriyê ji çapemeniyê re girtî hat kirin û li ser mijarên wek perwerdekirina leşkeriyê ya pêşmergeyan, rewşa penaberên li herêmê, alîkariya çekên giran û peymana lihevkirina ser neftê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê sekinîn.
Hat diyar kirin ku Mogherîniyê hêzên pêşmergeyan û rêveberiya Kurdistanê ji ber serkeftina li dijî DÎŞIyê bidestxistin pîroz kir û ji axaftina wê jî ev hevok dan: "Ez ji ber serkeftinên ku pêşmergeyan bidest xist, li Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm û Serokwezîrê Iraqê Haydar El-Îbadî geriyam û min ew pîroz kirin. Serkeftina pêşmergeyan a li Şingalê bi tenê dilê pêşmergeyan xweş nekir di heman demê de ji bo hemû gelên herêmê û dinyayê bû kêfxweşî."
Hat destnîşankirin, Mogherîniyê ragihand ku welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) alîkariya çekan a ku didin pêşmergeyan dê bidomînin.
Barzanî jî di axaftina xwe de li ser alîkariya mirovahî û girîngiya êrîşên hêzên koalîsyonê ku DYA pêşengiya wan dike, dibin ser cihên DÎŞIyê sekinî.
Di têkoşîna li dijî DÎŞIyê de hewcedariya çekên giran ên ku ji pêşmergeyan re lazimin jî di rojeva Barzanî de cih girt.
Barzanî balê kişand ser hejmara penaberên xwe spartine Herêma Kurdistanê û xwest ku bila YE û welatên din alîkariya mirovahiyê zêdetir ji herêmê re bişînin û hikumeta Iraqê jî di vê mijarê de wezîfeyên xwe bi cih bîne.