Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) bangî civaka navneteweyî kir ku demildest ji bo penaberên iraqî arîkariyê bike.
Di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de civîna lijneya wezîran hat kirin û piştî civînê der barê rewşa mirovên li herêmê daxuyanî hat dayîn.
Daxuyanî di malpera fermî ya hikûmetê de hat weşandin û hat xwestin ku digel arîkariya siyasî û leşkerî divê di mijara arîkariya mirovahiyê de jî çi hewce dike, bê kirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Zivistan tê û serma dest pê dikin, di vê pêvajoyê de demildest divê ji bo çareseriyê rêyek bê dîtin ku mirovên mexdûr bêtir azarê nekşînin û bi nexweşiyên nû nekevin."
Hat diyarkirin ku li Dihok û navçeyên wê dibistanên ku êzdî tê de dimînin dê ji ber sala perwerdeyê ya nû bidin valakirin. Hat gotin ji bo ku penaber li derve nemînin demildest divê kamp bên avakirin.
Di daxuyaniyê de dan zanîn ji bo ku rewşa penaberên li herêma Kurdistanê tespît bikin, dê di bin serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de lijneyek bê avakirin û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Divê sazî û dezgehên hikûmeta Kurdistanê bi rêxistin û saziyên arîkariyê yên cîhanê re bixebite û têkiliyên xwe berfireh bike. Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku ji herêma Kurdistanê lijneyek biçe Bexdayê. Em heyamek wisa de ne ku qeyrana mirovahiyê û dengeya hewceyiyan bi temamî serobino bû. Di rewşeke wiha de mimkun nîne ku birêvebiriya hikûmeta Kurdistanê arîkariya hemû penaberan bike. Divê hikûmeta Iraqê jî di vê mijarê de berpirsyariya xwe ya destûra bingehîn bi cî bîne."