Elif Orhan
23 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
CENEVRE
Hat ragihandin ku hevdîtinên aştiyê yên Sûriyeyê yên dihat plankirin ku li Cenevreya navçeya Swîsreyê di 25ê sibatê de berdewam bike hatin taloqkirin.
Rayedarekî Neteweyên Yekbûyî (NY) daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Hevdîtinên Sûriyeyê yên hatibû îlankirin ku dê di 25ê sibatê de berdewam bikin ji ber sedemên teknikî û lojîstîk hatin taloqkirin."
Staffan de Mîsturayê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê hefteya borî daxuyaniyek dabû û nirxandina "Heke mirov bibêje ku dê hevdîtinên Sûriyeyê yên li Cenevreyê di 25ê sibatê de dest pê bikin ev rasteqîn nîne. Hêrî kêm hewcedariya me bi 10 roj ji bo amadehiyê û pêvajoya vexwendinê heye. Heke li Sûriyeyê agirbest bê pêkanîn û rewşa mirovahiyê bê başkirin şens heye ku hevdîtin bi ser bikevin."
Nûnerê taybet di daxuyaniya ku di 2yê sibatê de dabû de jî diyar kiribû ku hevdîtinên Sûriyeyê yên li Cenevreyê hatin rawestandin, tê plankirin ku hevdîtina din di 25ê sibatê de bê kirin.
Ji aliyê din ve Koma Xebatê ya Gihana Mirovahî ya Koma Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî (ISSG) dê bi serokatiya Mîstûra û Jan Egelandê Sekreterê Giştî yê Konseya Penaberan a Norwecê roja pênçşemê li Cenevreyê bên bal hev. Piştî civînê jî de Mîstûra û Egeland dê civîna çapemeniyê li dar bixin.