22 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
WASHINGTON
Li DYAyê herçiqas ku rayedarên payebilind di daxuyaniyên xwe da destnîşan dikin ku rêxistina PYD/YPG ya ku li bakurê Sûriyeyê fealiyetê dike ji rêxistina terorê PKKyê cuda ye, lê di belge û malpera înternetê ya dezgeha DYAyê ya ku der heqê terorê da her cure îstixbaratê berhev û analîz dike da PYD, wekî "baskê rêxistina terorê PKKyê yê Sûriyeyê" derbas dibe.
Dezgeha sereke ya DYAyê, Navenda Têkoşîna Dijî Terorê ya Neteweyî (NCTC) ku li welat der heqê terorê da her cure îstixbaratê dicivîne û analîz dike, di lîsteya wan a "grûbên terorê" ya ku li ser malpera wan heye da der heqê rêxistina PKKyê da agahî di bin serenavê Kongra-Gelê (KGK) da tên dayîn.
Di destpêka metnê da wiha tê gotin, "KGKya ku berê wekî PKK dihat zanîn, li bakurê Iraqê û li rojhilatê başûrê Tirkiyeyê fealiyetê dike û grûbeke cudaxwaz e." Herwisa di metnê da tê destnîşankirin ku rêxistinê di sala 1984an da dest bi çalakiyên çekdar ên şidetê kir û ji ber van çalakiyan 45 hezar kes mirin.
Di metnê da tê gotin ku rêxistin dijî hêzên ewlekariyê, avahiyên hikûmetê û gundiyên hevrikê xwe çalakiyan pêk tîne. Di dawiya nivîsê da jî tê diyarkirin ku KGKyê li bakurê Sûriyeyê jî hebûna xwe xurt kiriye û PYD jî wekî "baskê KGKyê yê Sûriyeyê" tê pênasekirin. Di vê beşê da wiha tê gotin:
"Ji xeynî keleha xwe ya li bakurê Iraqê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a ku baskê KGKyê yê Sûriyeyê ye, li ser xeta sînorê Tirkiyeyê li herêmên kurdan kontrol kir destê xwe, hebûna xwe xurt kir û bû sedem ku dijî Tirkiyeyê tehdît zêde bin û li ser sînor bêtir rageşî derkeve."