Ömer Koparan,Ahmet Karaahmet
06 Hezîran 2022•Rojanekirin: 07 Hezîran 2022
Rêxistina terorê YPG/PKKya ku li bakurê Sûriyeyê li çoltera navçeya Minbicê hebûna xwe didomîne, hewl da derbasî çeperên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) ya li Baba navçeya Helebê, lê hewla wan hat têkbirin.
YPG/PKKyê di dora saet 00.30î da hewl da derbasî çeperên SMOyê yên li gundê Acemî yê li rojhilatê Babê bibe.
Li ser vê yekê unsûrên SMOyê bi çekên giran bersiv dan û ziyan gihandin terorîstan. Piştî pevçûna ku qedera du saetan ajot, terorîst neçar man ku vekişin.