17 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2016
ANKARA
Di Operasyona Mertalê Feratê da Artêşa Sûriya Azad (ASA) li bakurê Sûriyê nêzîkî hezar û 200 kilomêtrokare ax ji terorîstan paqij kir. Operasyona ku 20 kilomêtro nêzîkî navçeya Babê bû, êdî ber bi korîdora ku PKK/PYDyê plan dikir berfireh bû.
Di Operasyona Mertalê Feratê ya ku bi piştgiriya Hêzên Çekdar ên Tirkiyê dimeşe da xeta Azez-Cerablusê ya li bakurê Sûriyê ber bi başûr fireh dibe.
Operasyonê di 24ê tebaxê da dest pê kiribû û herwiha ASAyê duhê Soran, Îhtimalat, Tilalîn, Hewar En Nahr, Asanbul, Mesûdiye, Salihiye û Hemîdiye kontrol kirin. Bi vî awayî xeta Mare-Cerablusê bû yek.
Duhê bi wergirtina Dabiqê va derbeyeke psîkolojîk li rêxistina terorê DEAŞê ket.
DEAŞê navê Dabiqê li weşaneke xwe kiriye û herwiha Dabiq bona rêxistinê wateyeke xwe ye sembolîk heye. Rêxistin wisa bawer dike ku dê li Dabiqê bi "hêzên ne misilman" ra şer bike û ev şer jî dibe "destpêka qiyametê". Wergirtina Dabiqê duhê di çapemeniya navneteweyî da deng dabû.
- Berfirehbûna ber bi Babê berdewam e, helwesta PYD/PKKyê dirûxê
Di roja 54an a hemleyê da ASAyê nêzîkî hezar û 200 kilomêtrokare ax ji rêxistinên terorê DEAŞê û PYD/PKKyê paqij kir.
Ji destpêka operasyonê heta niha ji aliyê Cerablûsê va 24 kîlomêtre, ji aliyê Ezez-Mareyê va 20 kîlomêtre hatiye kontrolkirin.
Mixalifan piştî Cerablûsê berê xwe da Babê û bi qasî 20 kîlomêtre nêzî navçeyê bûn.
Ji ber ku ASA nêzî Babê bû, karê PYD/PKKê dikeve zorê ku ji sînorê Iraqê bigre heta hemberî Hatayê hakimiyeta xwe çêke.
Heke PYD/PKKya rêxistina terorê Babê bi dest nexe, nikare Minbic û Efrînê bigihîne hev. Efrîn di tûşa Hatayê da ye.
- Operasyona Reqqayê
Tirkiyê ragihandibû ku hin şert û merc werin cih, piştî Babê operasyona Reqqayê jî pêkan e ku Reqqa navenda DEAŞê ye.
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der heqê mijarê da di 13ê cotmehê da wiha gotibû:
"Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê ya navneteweyî da ev operasyon çêbibe em ê jî piştgirî bidin ku DEAŞ ji vê derê were paqijkirin, lê me dîsa jî teklîfek da amerîkayiyan, 'Vê bi YPGê ra nekin, vê operasyonê em bi mixalifên ne tundraw yên ku li Cerablûsê serkeftineke mezin bi dest xist û Artêşa Sûriyê ya Azad ra em vê operasyonê bikin.' Heke YPG di nav vê operasyonê da cih bigre, Tirkiye wê di nav vê operasyonê da cih negre. Ev tê wê wateyê ku tu YPGê dizîka va nas dikî, pê ra dikevî têkiliyê. Polîtîkayeke me ya wisa tuneye."