26 Mijdar 2016•Rojanekirin: 28 Mijdar 2016
ÎSTANBUL
Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ya ku di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) piştevaniya wê dike, li bakurê Helebê rêya navbera Minbicê û Babê li PYD/PKKê girt.
Di çarçoveya Operasyona Mertalê Feratê da, li navçeya Babê û derdora wê ya ku bi qasî 28 kîlometroyan dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, miqawemeta ASAyê ya li ser DEAŞ û PYD/PKKê zêde dibe.
Çekdarên PYD/PKKê yên ku li navçeya Minbica ku li bakurê Helebê dikeve rojavayê Çemê Feratê bi cî bûne, dixwazin Baba di destê DEAŞê da kontrol bikin.
Hefteya raborî PYD/PKKa ku dixwest ji Minbicê ber bi Babê va hemleyê bike, bi saya êrîşên asmanî yên Tirkiyeyê û berxwedanên ASAyê hatibûn sekinandin.
Ji aliyekî din va ASA gihîşt nêzîkî rêya navbera Bab û Minbicê û gundê Ecemiyê ji DEAŞa rêxistina terorê sitand. Bi vê yekê rêya navbera Minbicê û Babê li PYD/PKKê asê kir.
Li derdora Babê şer û pevçûnên hevwext di navbera ASA, DEAŞ û PKK/PYDê berdewam in.