Önder Beyter
31 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 01 Sibat 2021
Ekîba Rêxistina Tenduristiya Cihanê (RTC) ji bo vekolîna bingeha cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) li bazara xidayê ya berhemên deryayî ya li bajarê Vuhana ku vîrus lê derket, lêkolîn pêk anîn.
Heyeta RTCyê di roja 3yemîn a xebatên qadê yên li Vuhanê da li bazara xidayê ya Baishazhouyê ya ku wekî navenda belavkirina xidayê tê zanîn, xebatên qadê domandin.
Ji aliyekî din va hat diyarkirin, heyetê muzeyeke li ser rojên ewil ên Kovîd-19ê ziyaret kir.
Heyetê di xebatên xwe yên qadê yên ji bo tesbîtkirina bingeha vîrusê da li Nexweşxaneya Herêmê ya Yekbûyî ya Hubey Çîn û Tiba Rojava û her wiha Nexweşxaneya Jinyintana Vuhanê lêkolîn pêk anîn.
Heyeta pispor û lêkolînerên ji Amerîka, Awistralya, Almanya, Japonya, Îngiltere, Rûsya, Holanda, Qeter û Vietnamê 14ê Rêbendanê bi balafira taybet hatibû bajêr.
Heyet piştî ku gihîştibû bajêr, 14 rojan kiribûn karantînayê. Heyetê di vê maweyê da digel peywirdarên Çînî bi civînên online agahî ji hev ra parve kiribûn.
Heyeta RTCyê cara ewil serê rêbendanê çûbû Çînê, lê piştî hişyariya rêveberiya Pekînê ya ku vîzeyên rasteqîn hilnedane, bi neçarî vegeriyabû.
- Kovîd-19 cara ewil di bazara xidayê ya li Vuhanê hatibû dîtin
Piştî ku Çînê 31ê Berfanbara 2019an ji RTCyê ra ragihandibû, li bajarê Vuhanê yê eyaleta Hubeyê "nexweşiyeke rêya bêhnhildanê ya nehênî ya ku çavkaniya wê nayê zanîn" derket holê, dinya cara ewil bi Kovîd-19ê hisiyabû.
Nexweşî cara ewil di kesên ku çûbûn bazara xidayê ya berhemên deryayî ya li bajarê Vuhanê da xwe dabû der, bi giliya "aciziya bihnhildanê" ya ku sedema wê nayê zanîn, nexweşê ewil 17ê Mijdarê serî li nexweşxaneyê dabû.
Eşkere bûbû, cureyeke vîrusa koronayê ya ku heta niha nedihat zanîn ya ku tê texmînkirin awayê guhertî yê vîruseke koronayê ya beta ya di dûvmeqeskan da bûye sedema nexweşiyê ku nexweşî wekî îltihabgirtina pişikê xwe nîşan dide.