Türkan Tosun
31 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 02 Sibat 2021
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin 70 zêde bû û derket 57 hezar û 599an.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 70 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û 6 hezar û 268 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 469 kes razandin nexweşxaneyan.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 57 hezar û 959an, hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 417 hezar û 999 kesî.
Lariya berdevk got ku rewşa 3 hezar û 932 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 210 hezar û 51 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî niha 9 milyon û 285 hezar û 288 test hatin kirin.
Lariya Berdevk destnîşan kir ku li welêt 18 bajar herêmên tûtik, 154 bajar herêmên zer û 276 bajar herêmê hêşîn hatin îlankirin.