Tolga Akbaba
21 Hezîran 2026•Rojanekirin: 21 Hezîran 2026
Berdevkê Heyeta Mizakereyê û Wezareta Karên Derva yê Îranê Îsmaîl Beqayî ragihand ew ê pêşî bi navbeynkarên Pakistanî û Qeterî ra bicivin, piştî nîvro jî civîneke çaralî ya ku Amerîka, Pakistan û Qeter beşdar dibin ra wê were lidarxistin.
Beqayî der barê hevdîtinên teknîkî yên ewil yên li ser bicîhanîna zepta mitebeqatê ya di navbera Amerîka û Îranê da li bajaroka Burgenstockê ya girêdayî kantona Nidwaldenê ya Swîsreyê hat îmzekirin da, daxuyanî da .
Berdevk Beqayî anî ziman heyeta mizakereyê ya Îranê wê pêşî bi navbeynkarên Pakistanî û Qeterî ra bicive û piştî nîvro jî civîneke çaralî ya Îran-Amerîka-Pakistan-Qeterê ra wê çêbibe.
Beqayî destnîşan kir ku xala bingehîn a hevdîtinan bidawîanîna şer û bicîhanîna zepta mitebeqatê ya ku hatiye îmzekirin e.
Beqayî got Îsraîlê li Libnanê agirbest binpê kiriye ku ew ê wek mijara herî girîng di hevdîtinan da bê axaftin.
Beqayî her wiha daxuyand mijara serbest berdana mal û milkên Îranê yên ku hatine sekinandin û ji Îranê ra dayîna destûrê ya ji bo firotina neftê jî wê bên rojevê.