Bozhan Memiş
21 Hezîran 2026•Rojanekirin: 21 Hezîran 2026
Di pêşbirka duyemîn a Koma Eyê ya Kupaya Dinyayê ya 2026 FIFAyê da, Almanyayê bi gola ku di dema dirêjkirinê ya pêşbirkê da hat avêtin va, bi 2-1 Qeraxê Diranên Fîlan têk bir.
Her çiqas Almanyayê di pêşbirka ku li Stada Torontoyê çêbû da bilez dest bi pêşbirkê kir jî, di deqîqeya 30emîn da tîma Qeraxê Diranên Fîlan bi gola Kessie va bi 1-0 pêş ket.
Almanyayê di nîva duyemîn da beramberî bi dest xist.
Di deqîqeya 68emîn da Amirî ji aliyê rastê gog avêt aliyê penaltiyê, Undav golek avêt torê û pêşbirk bû 1-1.
Lîstikvanê Qeraxê Diranên Fîlan Wîlfrîed Sîngo yê ku di Lîga Super da formaya Galatasarayê li xwe kiribû, di deqîqeya 82emîn da birîndar bû û cihê xwe ji Doue ra hîşt.
Almanyayê di deqîqeya 90+4emîn da gola serkeftinê bi dest xist. Futbolîstê Alman Undav dîsa golek avêt û tîma xwe 2-1 pêş xist.
Almanya bi 2-1 serkeftinê va ji pêşbirkê veqetiya û puana xwe derxist 6an. Qeraxê Diranên Fîlan jî di 3 puanan da ma.
- Pêşbirkên din
Tîma Ekvador û Curaçao 0-0 beramberî hev man.
Tîma Curaçaoyê ya ku di pêşbirka xwe ya yekem a komê da gola xwe ya ewil a Kupaya Dinyayê avêt Almanyayê, bi beramberiya li dijî Ekvadorê va puana xwe ya ewil ya di turnuvayê da bi dest xist.
Di koma ku Almanyayê bi 6 puanan va mafê beşdariyê ya 32 turên dawîn bi dest xist da, puanê Qeraxê Diranên Fîlan 3, puanê Ekvador û Curaçaoyê jî 1 e.
Di pêşbirka duyemîn a Koma Fyê ya Kupaya Dinyayê ya 2026 FIFAyê da, Hollandayê bi 5-1 tîma Swêdê têk bir.