Haydar Şahin
22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
NEW YORK
Li New Yorkê bi sedan kes ji bo Roja Yogayê ya Dinyayê li Meydana Tîmesê kom bûn û yoga kirin.
Gelek kesên beşdarî çalakiyê bûn hem 21ê hezîranê roja herî dirêj a salê hem jî Roja Yogayê ya Dinyayê pîroz kirin.
Hezkiriyên yogayê bi matên rengîn va li meydanê kom bûn û dîmenên rengîn derxistin holê.
Neteweyên Yekbûyî ji sala 2014an vir da 21ê hezîranê wekî "Roja Yogayê ya Dinyayê" pîroz dike û her sal li gelek welatan heman roj tê pîrozkirin.