Haydar Şahin
22 Nîsan 2020•Rojanekirin: 22 Nîsan 2020
Di daxuyaniya Wezareta Darayiyê ya Rûsyayê da hat diyarkirin ku pêvajoya kirîna parên Sberbankê ya di navbera hikûmeta Rûsyayê û Bankeya Navendî da hat temamkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ji sedî 50yê parên Sberbankê bi 2,14 tirîlyon rubleyî (kêmzêde 29 milyar dolar) va ji Bankeya Navendî hat kirîn, bedela wê jî ji Fona Refaha Neteweyî ya Rûsyayê hat dayîn.
Dîsa di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji sedî 1ê para Sberbankê ew ê ji bo demekê di destê Bankeya Navendî da bimîne.