Haydar Şahin
10 Gulan 2018•Rojanekirin: 10 Gulan 2018
HEWLÊR
Endamên yekeya ewlekariyê yên li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo hilbijartinên giştî rayên xwe avêtin.
Pêşmerge û hêzên esayîşê yên li Hewlêr, Silêmanî û Dihokê ji bo ku li 99 navendên hilbijratinê dengê xwe bidin ber destê sibê pê va ketin dorê û rêzên dirêj çêbûn.
Yekeyên ewlekariyê yên ku bi cil û bergên leşkerî rayên xwe avêtin ji bo ku hîle tevlî hilbijartinê nebe bi sîstema ku bi rêça tiliyan dixebite va dengê xwe dan.
Hêzên ewlekariyê yên li tevahiyê welêt ew ê hetanî saet 18.00an rayên xwe biavêjin.
Kerîm Temîmiyê Berdevkê Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê di civîna çapemeniyê ya do da diyar kiribû ku kêmzêde 800 hezar kesên ji hêzên girêdayî rêveberiya navendî û Pêşmergeyên HKIyê ew ê îro herin ser sandiqê.
Serjimara Iraqê 37 milyon e di hilbijartina 12ê gulanê da jî ji wan 24 milyon kes hilbijêr in û ew ê dengê xwe bidin.
Piştî DEAŞa rêxistina terorê ev cara ewil ku hilbijartin tê kirin, di heman demê da piştî dagiriya Amerîkayê jî ev cara 5an e hilbijartin tê kirin.
- Li Iraqê endamên yekeya ewlekariyê rayên xwe diavêjin.
Li Nusura herêma Bexdayê leşker li pêşiya xwendingehekê navenda hilbijartinê ketin dorê û dest pê kirin dengê xwe dan.
Hêzên ewlekariyê yên li tevahiyê welêt ew ê hetanî saet 18.00an rayên xwe biavêjin.
Kerîm Temîmiyê Berdevkê Komîseriya Hilbijartinê ya Iraqê di civîna çapemeniyê ya do da diyar kiribû ku kêmzêde 800 hezar kesên ji hêzên girêdayî rêveberiya navendî û Pêşmergeyên HKIyê ew ê îro herin ser sandiqê.
Serjimara Iraqê 37 milyon e di hilbijartina 12ê gulanê da jî ji wan 24 milyon kes hilbijêr in û ew ê dengê xwe bidin.
Piştî DEAŞa rêxistina terorê ev cara ewil ku hilbijartin tê kirin, di heman demê da piştî dagiriya Amerîkayê jî ev cara 5an e hilbijartin tê kirin.
-Li Çorumê koçberên Iraqî bona dengdayînê çûn ser sandoqan û rayên xwa avêtin.
Li Çorumê bona hilbijartinen Iraqê yên ku wê 12ê gulanê bên kirin, li taxa Kaleyê di malekê de sindoq hatin danîn.
Koçberên ku xwestin dengê xwe bidin serê sibê li ber deriyê malê kom bûn.
Tîmên Midûriyeta Ewlehiya Bajêr li herêmê tedbîr hildan.
Kuçeya ku sindoq lê hatibûn danîn ji trafîkê re hat girtin. Tîman koçberên ku xwestin dengê xwe bidin piştî lêgerîn û kontrolkirinê hildan hundir.
Wîssam Daham Ehmedê koordînatorê hilbijartinê daxuyaniyek da û got ku bona hilbijartinên Iraqê wan li 6 wilayetên Tirkiyeyê sindoq danîne.
Ehmed got ku li Çorumê qasî 6 hezar hilbijêrên Iraqî hene û wiha axivî: "Hin kes jî wê ji wilayetên din bên vê derê û dengê xwe bidin. Di mijara hilbijartina li Tirkiyeyê da gelekî alîkariya me kir. Em spasiya wan dikin. Em li vê derê gelekî kêfxweş in."
Dengdayîn îro saet 08.00an dest pê kir û wê heta sibê 18.00an dewam bike.