Abdullah Tel
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
TEHRAN
Li gor encamên nefermî yên hilbijartina serokomariyê ya Îranê da tê gotin ku namzedê reformîst û muhafazakarên nerm Hesen Ruhanî li pêş e.
Hilbijartina serokomariyê ev cara 12mîn e ku li Îranê tê kirin û hilbijêr li gor salên berê zêdetir çûn ser sandiqan û rayê xwe avêtin.
Di encama nefermî ya hilbijartinê da namzed Ruhanî ji sedî 59ên rayan hilda û di hilbijartinê da bi ser ket û serokomarî qezenc kir.
Wezareta Karên Navxweyî ya Îranê daxuyanî da û ragihand ku ji sedî 75ên hilbijêran tevlî hilbijartinê bûn û li seranserê welêt 56 milyon û 410 hezar û 234 hilbijêr qeydkirîne û ji wan 42 milyon hilbijêr çûn ser sandiqê û raya xwe dan.