Nihat Kavşut
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Em zehf aciz in ku hin dewletên baweriya xwe bi hêza xwe ya eskerî tînin Sûriyeyê ji bona xwe kirine qada gulaşa destan."
Erdogan: "Ez ê îro bi Birêz Putîn ra biaxivim. Ez ê der heqê pêşîlibergitina qetlîma kîmyayî da cardin pê ra biaxivim."
Serokomar Erdogan: "Em dixwazin êdî şanoya ku li Sûriye û Iraqê tê lîstin biqede û maskeyên li ser rûyan bên derxistin."
Erdogan: "Heger hûn dixwazin li welatê me terora aboriyê bikin hûn şaş dikin. Dema wê hat hûn ê hesab bidin."
Serokomar Erdogan: "Înşellah em ê Îdlib, Til Rifat, Minbic, Eyn El Ereb, Tel Ebyad, Resulayn û Qamişloyê jî bikin ciyên ewle û hemû xelkê Sûriyeyê bişînin cî û warên wan."
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku Başkentray wê heta 24ê Nîsanê bê pere be.
Erdogan: "Helbet fikreke me yê wisa tuneye ku em berê çekên xwe bidin eskerên mutefîqên xwe. Lê em wek dost pêşniyaz dikin ku bila eskerên dewletên mutefîq li kêleka terorîstên PYDyî nesekinin."
Serokomar Erdogan: "Tenê Tirkiye hizûr, bawerî û refahê dibe Sûriyeyê. Ji xeynî me li qada Sûriyeyê li ciyên hêzên din zilm, bêhizûrî û wêranî heye."
Serokomar Erdogan: "Qet mereqê nekin û guh nedin gotinên ku li derdorê tên gotin. Tirkiye bi gavên pêbawer di rêya xwe da dimeşe. Nikarin bi kûrên dowîzê û filan bêvan me terbiye bikin. Bila ew li çara serê xwe mêze bikin. Em bi biryardarî di rêya da dimeşin."