Haydar Şahin
12 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
ANKARA/MOSKOVA
Tevahiya Xûtaya Rojhilatê ya herêma Şama paytextê Sûriyeyê kete destê rejima Beşar Esed û alîgirên wê.
Ji Dûmaya navçeya Xûtaya Rojhilatê texliyekirina mixalifên leşkerî hat temamkirin, li bendê ne ku texliyeya sivîlan jî di demeke kin da were temamkirin.
Piraniya kesên hatin texliyekirin derbasî herêma Mertalê Feratê bûn.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe da diyar kir, tevahiyê Xûtaya Rojhilatê kete destê rejima Beşar Esed.
Li gor TASSa ajansa xeberan Yuriy Yevtuşenkoyê fermandarê çavdêriya agirbesta li Sûriyeyê yê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku kontrola Dûmayê jî hat sitandin.
Rayedarên leşkerî yên Rûsyayê di destpêka hefteyê da gotibûn ku bi Ceyşil Îslama koma mixalif ra li hev kirin ku kom dev ji sîlahan berde û dest bi texliyekirina Dûmayê bikin.