Haydar Şahin, Fatih Gazioğlu
09 Adar 2019•Rojanekirin: 10 Adar 2019
Jinên ji Îranê yên ku ji ber mueyîdeya Amerîkayê daye ser Îranê ji mêrên xwe cuda dijîn lomeyên xwe dikin û dibêjin ku qet kesek bi pirsgirêka wan ra eleqedar nabe û ditirsin ku nikaribin bibin dayîk.
Donald Trumpê Serokê Amerîkayê di 27ê rêbendana 2017an da qedexeya seyahetê da ser 7 welatên ku welatên Mislimanan jî tev in û ji ber mueyîdeyên bi taybetî da ser Îranê va jî malbatên li welêt mexdûr dibin. Malbat dibêjin tevlî tu çalakiyeke siyasî nabin lêbelê dibin qurbana dijminatiya di navbera Îran û Amerîkayê da.
Li gor xebera Washîngton Postê ya 29ê rêbedana 2019an ji ber qedexeya seyatê ya ku Trump da ser Îranê hezar û 500 malbatên ji Îranê ji hev cuda dijîn. Ji ber qedexeya ku 2 sal in dewam dike malbatek belav bû û mexdûrek jî mir.
Jinên ji ber mueyîdeyên Amerîkayê dabû ser Îranê nikarin bi mêrên xwe ra werin ba hev ji bo 8 Adarê Roja Jinan a Dinyayê daxuyanî dan nûçegihanê AAyê û qala rewşa xwe kirin.
- "Ev biryar îmkana dayîkbûnê ji destê me digire"
Sidîqe Xudaşînasa welatiya Îranê ya ku ji vir 2,5 sal berê mêr kir diyar kir ku ji ber qedexeya vîzeyê ya Amerîkayê nikare bi mêrê xwe ra bijî û wiha axivî: "Heke em bizanibin ku pirsgirêkên me ew ê werin çareserkirin em ê tehemul bikin. Lêbelê wisa xanê dike ku hemû hewl berhewa dibin."
Xudaşînasê got ku ew niha 40 salî ye hê bi mêrê xwe ra di heman malê de nemaye û wiha axivî:
"Pîskolojiya me ne baş e. Herî zêde jî tirsa min ew e ku ez nebim dayîk. Vê biryarê herî zêde di vê meseleyê da ez aciz kirim."
- "Ji ber neyartiya siyasetmadar û polîtikayên wan em mexdûr bûn"
Arzu Kubadiyê (43) got ku mêrê wê li Amerîkayê dijî û ew jî li Îranê mamostetiyê dike. Kubadiyê got wê jî wîze nehilda û wiha dewam kir:
"Min got ez ê biçim Amerîkayê û ji ber vê yekê min ji mamostetiyê îstifa kir. Niha ez mexdûr bûm. Em mirovên normal in. Tu fealiyetên me yên siyasî jî tune ne. Ji ber neyartiya siyasetmadar û polîtikayên wan em mexdûr bûn. Emirê min êdî derbas dibe. Ez dixwazim bibim dayîk. Ez ê ji mêrê xwe re êdî bibêjim bila bê vir. Lê bê van deran jî tu karê wî tune ye. Malbata wî jî li Amerîkayê bi wî ra ye."
- "Em mane polîtikayên di navbera dewletan da"
Fatma Rencendîşê (26) jî diyar kir ku ew bi merê xwe re 4 sal beriya vê hevdu naskirin û ev 2 sal û nîve jî zewicîne.
Rencendîşê got ku ew ji ber hesreta mêrê xwe nexweş ketiye û polîtikayên di navbera dewletan bûye sedama vê.