Elif Orhan
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dixwazin ku bi Îranê re 5 cihên derbasbûnê yên nefermî yên bi Îranê re jî fermî bikin û li ser sînor herêma bazirganiyê ya serbest ava bikin.
Barzanî beşdarî konferansa bi mijara "Pêşxistina têkiliyên bazirganî yên di navbera HKI û Îranê de" ya ku li Hewlêrê hat lidarxistin bû û got ku "Di navbera wan û Îranê de gelek tiştên hevpar hene û hewcehî bêtir bi piştevaniya dualî û arîkariyê heye."
Barzanî got ku "Mezinahiya bazirganiya salane ya di navbera Iraq û Îranê de nêzî 6 milyar dolarî ye û ji sedî 25ê vê bi HKIyê re tê kirin" û wiha axivî: "HKI ji sedî 68ê îtxalata wesayîtan ji ser sînorên Îranê ra dike. Di heman demê de 359 şirketên Îranê li HKIyê fealiyetê dikin. Digel vê li herêmê 135 fabrîqe û îmalatxaneyên Îranê hene."
- "Em dixwazin ku herêma bazirganiyê ya serbest ava bikin"
Barzanî got ji bo ku têkiliyên bazirganî yên di navbera her du welatan de pêş bikevin û xurt bibin projeyên wan ên cuda hene û wiha axivî:
"Em dixwazin ku li Deriyê Sînor ê Perwêzxanê herêma bazirganiyê ya serbest ava bikin. Hikûmeta me ji bo vê pêngavên hewce yên berbiçav avêtin û cî jî hatiye veqetan. Lê belê divê hikûmeta navendî ya Iraqê jî pêngavên hewce biavêje."
Barzanî bi bîr xist ku di navbera Îran û HKIyê de niha 3 deriyên sînor hene û ev gotin: "Lê belê 5 cihên derbasbûnê hene ku heviya fermîkirinê ne. Ji bo ku cihên navborî biguhêzin deriyên gumrikê hewldan didomin."
- HKI ji bo Îranê navendeke bazirganiyê ya girîng e
Ji aliyê din ve Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê Mihemed Şerîatmedarî jî di axaftina xwe ya di konferansê de got ku HKI jibo welatê wî navendeke bazirganiyê ya girîng e.
Şerîatmedarî qal kir ku têkiliyên siyasî yên Îranê yên bi Iraq û HKIyê re di asteke baş de ne lê belê alî bi ser neketin ku têkiliyên bazirganiyê yên stratejîk derxînin asta ku tê xwestin. Şerîatmedarî got ku "Ji bo ku ev pêşketina di navbera Îran, Iraq û HKIyê de pêk bê pêngava ewil a ku divê bê avêtin divê ji bo pergala bazirganiya serbest be."
Digel Wezîrê Pîşesazî, Maden û Bazirganiyê yê Îranê Şerîatmedarî, Wezîrê Endustrî û Çavkaniyên Madenî Mihemed Şeyah el-Sûdanî yê Iraqê, Arîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubad Talabanî û karsazên Îranî yên ku li HKIyê fealiyetên xwe yên bazirganiyê didomînin jî li konferansê amade bûn.
Konferansa tê payîn ku sibê jî li Hewlêrê dewam bike dê bi îmzekirina zepta pêşmutebeqata ku dê ji bo avakirina herêma bazirganiyê ya serbest a di navbera HKI û Îranê de xilas bibe.