Elif Orhan
02 Gulan 2018•Rojanekirin: 03 Gulan 2018
KOLN
Serokê Rêxistina Neteweyî ya Rohîngyayê ya Arakanê (ARNO) Nurul Îslam diyar kir ku dijî misilmanên Arakanî zilma etnîk, dînî û siyasî dewam dike û got ku "Armanc ew e ku civaka misilman a Arakanê ji holê rakin."
Serokê ARNOyê Îslam di Konferansa Arakanê ya Navneteweyî ya ku ji aliyê Haseneya saziya arîkariya mirovî ya navneteweyî ya girêdayî teşkîlata Nêrîna Neteweyî ya Civaka Îslamê (IGMG) ve li Kolna bajarê Almanyayê hat lidarxistin de axivî û vê zilma ku li ber çavê dinyayê diqewime wekî komploya hikûmet, artêş û komên radîkal nirxand.
Îslam got ku wek Rohîngyayî gelê herêmê ya wir (Arakan) in, statuya wan a herêmîbûnê bi rapora ku ji aliyê hikûmeta mêtîngeh a Îngiliz ve di sala 1840an de hat weşandin de hatiye nasandin û got ku hemû peymanên ku hatin kirin jî vê teyîd dikin.
Îslam da zanîn ku mirovên mensûbê etnîsîteya Bamarê ya ji Bûdîstên Fanatîk in eraziyên wan dagir dikin û got ku "Li Arakanê gel kirin dijminên hev, niha hewl didin ku gelê me ji holê rakin. Qanûnan li gor xwe şîrove dikin. Mirovahî hember vê yekê di nav şokeke mezin de ye. Ev zilmeke etnîk, dînî û siyasî ye. Armanc ew e ku civaka misilman ên Arakanê ji holê rakin."
- "Mafê me yê jiyanê ji destê me tê sitandin
Îslam da zanîn ku misilmanên Arakanî ev 60 sal in ku ji mafên xwe yên azadiyê mehrûm in û wiha axivî: "Mafê heywanekî heye ku ji merayekî biçe merayekî din lê mafê me tune ku em di nav heman eraziyê de ji cihekî biçin cihekî din. Mafê me yê jiyanê jî ji destê me tê sitandin. hemû hemwelatiyên li Myanmarê, artêş, hikûmet û siyasetmedarên biyanî yên alîgirên radîkalîzmê mafê hebûna me ya wir nas nakin."
Îslam da zanîn ku li Myanmarê wekî koçberên Bangladeşî yên dereqanûnî tên dîtin û got ku "Hewl didin ku gelê me ji wir biqewirînin. Qeyrana Rohîngyayê qeyrana koça dereqanûnî nîne, komployeke hevpar e."
Îslam got misilmanên Arakanî di encama komployê de mecbûr man ku birevin welatên din û destnîşan kir ku gelek kes ketin destê qaçaxçiyên mirovan.
Îslam li ser pirsa gelo misilmanên Arakanî dikarin bi peymanekî ku bê kirin vegerin malên xwe an na û bersiva "Malên mirovan ên ku li pişt xwe hiştin hemû xira kirin. Heke vegerin dê di kampên binçavkirinê de bimînin. Divê gelê me bikaribe ku li Arkanê bijî û bi hemwelatiyên din re bibe xwediyê mafên hevpar. Ev wek civak mafê me ye. Em jî divê bibin xwediyê mafên komên etnîk ên din."
- "Wek wesîqeya rûreşiyê ket dîrokê"
Serokê IGMGê Kemal Ergun got ku dijî her cure çalakiyên ku rûmeta mirovahiyê biçûk dibînin disekinin îro jî dîsa bi heman motîvasyonê ji bo ku ji zilma ku misilmanên Arakanî rû bi rû dimînin, ji mafên wan ên bingehîn mehrûmhiştina wan re çareseriyan bibînin hatin bal hev.
Ergun destnîşan kir ji bo ku zilma ser misilmanên Arakanî ya ku bi dehan sal in dewam dike xilas bibe ji polîtîkayên welatîbûnê bigire heta têkiliya di navbera civakên li herêmê, ji siyaseta hikûmeta Myanmarê ya der barê kêmneteweyan de bigire heta berteke civaka navneteweyî bi dehan pêngavên ku divê bên avêtin hene.
Ergun got ku "Ji bo ku em sedemên ku vê qeyrana ku wekî wesîqeya rûreşiyê ya vê heyamê li herêmê bi sedhezaran mirovî ji malên wan kir, bêyî ku bibêje zarok, jin, kal şîdeta herî hov bi kar anî hemû bi hev re ji holê rakin divê em ji dil û can bixebitin."
Ergun destnîşan kir ku divê hember 700 hezar mirovên ku ji Arakanê ji ber şîdet, zilm û mirinê reviyane xemgîn bibin û şermezar bikin wiha axivî: "Dema xebera ku mirov di gorên komî de tên veşartin, gule berdidin wan, bi hovane tên kuştin distînin em mecbûr tiştên ji berteknîşandanê zêdetir bikin."