DUHOK
Birêvebiriya Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal (BHKIF) diyar kir ku li bajarê Duhokê dê ji bo pênaberên Sûriyê kampeke nû ava bikin. Di vê kampê de 50 hezar penaber dê bikaribin bi cih bibin.
Amadehiyên kampa ku dê li bajaroka Berdereşê bê avakirin bê navber didome. Ev kampa ku li vê derê dê bê avakirin piştî kampa Domîzê kampa herî mezin a duyemîn a herêmê ye.
Berpirsyarê Kampa Domîzê Îdrîs Nebî Salîh diyar kir ku li Kampa Domîzê hejmara penaberan ji 65 hezar kesî derbas bû, ji ber vê jî lazim e ku kampeke nû bê avakirin.
Li gor agahiyên ku ji Wezareta Karên Navxweyî ya HKIFê hat hildan, ev hefteyek e ku 37 hezar penaberên Sûriyî ji deriyê Pêşxabûrê derbas bûn û li Duhok, Erbîl û Silêmaniyeyê hatin bicihkirin.
Li Sûriyê ji ber şerê navxweyî rojê 2 an jî 3 hezar penaber koçî aliyê HKIFê dikin.