İbrahim Atmaca
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 04 Gulan 2020
Şirketa Deloitteyê ya Amerîkayê der barê nefta ku HKI derdixe, îxrac dike û dahatê wê da rapora 2019an amade kir û rapor li ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat weşandin.
Li gor raporê HKIyê ji bîrên ku di binê kontrola wê da ne bi tevahî 170 milyon û 977 hezar nefta xam derxist, jê 158 milyon li ser xeta boriyê ya Ceyhanê ra îxracî piyaseya dinyayê kir. Nefta xam a mayî jî li piyaseya hindur hat xebitandin.
Ji nefta ku hat firotin 8 milyar û 349 milyon dolar hat, warîlek nîvendî bi 52 dolarî hat firotin.
Piştî ku ji pereyî para şirketên neftê yên ku li herêmê fealiyetê dikin û mesrefa karîgerî û barkirinê jê derket, 4 milyar û 515 milyon dolar qezenc ket kaseya HKIyê.
Rêvebiriya Hewlêrê ji 2014an vir va li ser xeta Boriyê ya Ceyhanê ra bi serê xwe nefta xam îxrac dike.