Önder Beyter
03 Gulan 2020•Rojanekirin: 05 Gulan 2020
Li Belçîkayê di şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hejmara pêketiyan di 24 saetan da 389 zêde bû û derket 49 hezar û 906an.
Di daxuyaniya Navenda Krîzê ya Belçîkayê da hat ragihandin ku li welêt di 24 saetên dawîn da 77 kes bo nexweşxaneyê hatin rakirin, 98 kes jî bo malên xwe hatin şandin.
Di daxuyaniyê da herwiha hat gotin ku hejmara nexweşên di unîteyên nexweşên giran da 15 kêm bû û bû 674.
Herwiha di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hejmara pêketiyan jî 389 zêde bû û derket 49 hezar û 906an, 79 kes jî mirin.
Bi vî awayî hejmara kesên ku ji destpêka şewbê vir va mirin derket 7 hezar û 844an. Ji van kesan jê ji sedî 46 li nexweşxaneyan, ji sedî 53 jî li malên kal û pîran mirin.