Selman Aksünger
28 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 29 Tîrmeh 2022
Li Deventera bajarê Hollandayê dizek bi satorê va kete firûnekê diziyê bike, lê Latîfe Pekera ji Konyayê bi pîneyê paqijiyê va berî diz da ku hemû welêt niha behsa wê dike.
Di dîmenê ku li ser medyaya civakî hat belavkirin da tê dîtin ku Latîfe Peker di destan da pîne û ava paceyan va paqijiyê dike. Ji nişkê va kesekî rûyê wî bi rûpoşê va girtî û di destê wî da sator heye dikeve hundir û dixwaze pereyên di kaseyê da ye hilde.
Peker dema diz dibîne bi ser wî da tê û bi pîneyê destê xwe va li wî dixe.
Diz dema erdê dikeve hewl dide bireve, lê devê derî kesekî Hollandî rastî wî tê û ew jî li wî dixe û di dawiya dawîn diz direve û diçe.
Pekera 47 salî û xwediyê 3 zarokan li bajarê Deventerê xwediyê firûna bi navê Mevlana ye.
Pekerê ji çapemeniya herêmî ra got wî satora di destê diz da nedîtibûye û qet mirinê nefikiriye.