Türkan Tosun
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 21 Mijdar 2019
Li başûrê Îdlibê hêzên rejima Beşar Esed û piştgirê wê Rûsyayê hewl dan derbasî eniya komên çekdar ên dijî rejimê û eskerên mixalif bin. Hêzên rejima Beşar Esed û Rûsyayê yên girekî stratejîk bi dest xistin piştî pevçûnên xurt paşve vekişiyan.
Li gor çavkaniyên mixalif ên eskerî hêzên Ûris ên piştgiriyê didin rejimê duh şev hewl dan bikevin başûrê rojhilatê Îdlibê.
Dema hewl didan ji gundê Muşeyrîfeyê derbas bibin di navbera wan û komên dijî rejimê û eskerên mixalif da pevçûn derket.
Hêzên rejima Beşar Esed û Rûsyayê Girê Muşeyrîfeyê bi dest xistin, lê piştî pevçûnên xurt paşve vekişiyan û mixalifan ev der ji destê wan girt.
Girê Muşeyrîfeyê cihekî stratejîk e lewra heta Maaretinumana navçeya Îdlibê wê herêmê kontol dike.
- Êrîşa fosforê
Ji hêla din balafirên şer ên Rûsyayê bi saeta Tirkiyeyê di saet 00.30an da bi bombeya fosforê va êrîşî eniyên li gundê Muşeyrîfeyê kirin. Di nav 20 deqîqeyan da çar bombeyên fosforê hatin avêtin.
- Operasyonên şev ên Rûsyayê
Hêzên taybet ên Rûsyayê ji bo ku cihên stratejîk ên li Herêma Kêmkirina Rageşiyê bi dest bixin bi şev operasyonan dikin.
Ew bi wesayîtên bêmirov ên çekdar va êrîşan dikin û paşê bombeyan diavêjin.
Ji bo ku zêdetir mixalif bên kuştin nîşangerên şevê baş dibînin û çekên germ jî tên bikaranîn.
Rejim bi alîkariya piştgirên xwe digel mitabaqata ku di 17ê îlona 2018an da li Soçiyê hat îmzekirin, li Herêma Kêmkirina Rageşiyê êrîşên xwe didomîne. Di êrîşan da heta niha ji hezar û 300î zêdetir sivîl hatin kuştin.
Ji herêma navborî nêzî milyonek sivîlî koçî xeta sînorê Sûriye û Tirkiyeyê kir.