Fatih Gazioğlu
20 Mijdar 2019•Rojanekirin: 21 Mijdar 2019
Li New Yorkê bajarê Amerîkayê ji 114 hezarî zêdetir xwendekar "bêmal" in.
Li gor rapora ku ji ser malpera Daîreya Perwerdeya Eyaleta New Yorkê hat weşandin, di heyama 2018-2019an li bajêr 114 hezarî zêdetir xwendekar "bêmal" dijîn.
Di raporê da hat gotin jimara xwendekarên "bêmal" di 10 salên dawî da qasî 40 hezar kesî zêde bûye.
Li gor raporê xwendekarên "bêmal" bi sedî 18ê herî zêde li Bronxa herêma New Yorkê dijîn.
Li gor raporê li New Yorkê li herêmên cuda 33 hezar û 961 xwendekarên bêmal hatine tesbîtkirin û bi tevahiyê eyaletê 148 hezar û 554 xwendekar bêmal in.
Serokê "Parêzerên ji Bo Zarokan" Kîm Sweet got ku ev pirsgirêkeke girîng e û wiha axivî: "Sedî 85ê xwendekaran reş in û xelkê Amerîkaya Latîn in."
Ji hêla din va Daîreya Perwerdeya Eyaleta New Yorkê ji bo alîkariya xwendekaran û tesbîta kesên "bêmal" 100 xebatkar wezîfedar kirin.