21 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
ŞAM
Li Sûriyeyê hêzên rejimê guh nadin agirbestê û êrişên xwe didomînin. Li Berzeya taxa Şamê rejimê êrişî sivîlan kir, di êrişê de 7 kes mirin.
Uweyd Awadê endamê kordînasyona herêmî ya Kabuna taxa Şamê ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku balafireke şer a artêşa Sûriyeyê li taxa Berzeyê êrişê cihê ku di destê muxalifan da ye, kir.
Awad got ku di êrişê de jê 2 zarok û 2 jin 7 sivîl hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûne û avahiyan jî zirar dîtiye.
Awad got ku hêzên rejimê bi çekên giran ve êrişê taxên Kabun û Tîşrînê û navçeya Dumayê kirine.
Awad destnîşan kir ku rejim her roj agirbestê îxlal dike û êrişên xwe didomîne.
Agirbesta ku bi garantoriya Tirkiye û Rûsyayê ve li Sûriyeyê di navbera aliyên pev diçin hatibû qebûlkirin, di 30ê çileya pêşîn de ketibû rewacê.