21 Sibat 2017•Rojanekirin: 21 Sibat 2017
WASHINGTON
Donald Trumpê Serokê Emrîkayê daxuyand ku wî li şûna Mîchael Flynnê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê berê, Korgeneral Herbert Raymond McMaster (54) hilbijart. Flynn di 13ê sibatê da îstifa kiribû.
Trump ji bo dawiya heftiyê çû Florîdayê. Trump li Florîdayê piştî hevdîtinan Şêwirmendê xwe yê Ewlehiya Neteweyî yê nû ji raya giştî ra îlan kir.
Trump daxuyanî da rojnamegeran û got ku wan piştî hevdîtin û şêwiran Dîrektorê Navenda Entegrasyonê ya Kapasîteyê ya Artêşa Emrîkayê û Alîkarê Fermandaryê Fermandariya Doktrînê Korgeneral McMaster kir şêwirmend.
Trump ji bo McMaster got ku "qabiliyeta wî pir baş e û merivekî bitecrube ye".
McMAster jî daxuyaniyeke kurt da rojnamegeran û wiha got: "Birêz Serok, ez pir sipasdar im. Ez ê tenê ji bo milletê xwe xizmetê bikim, ev wezîfe li ser wezîfeyên din ra ye. Ji bo ku we ev firsend da min, ez spasdar im."