Haydar Şahin
04 Nîsan 2019•Rojanekirin: 05 Nîsan 2019
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 13 welatiyên Filistînê binçav kirin.
Li gor daxuyaniya artêşa Îsraîlê, hêzên Îsraîlê bi şev avêtin ser hin herêmên Şerîeya Rojava û bi hinceta "tevlîbûna çalakiyên terorê" 13 welatiyên Filistînê binçav kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku welatiyên Filistînê yên binçav kirin sewqî navendên binçavkirinê yên li herêmê kirin.
Hêzên Îsraîlê gelek caran diavêjin ser malên li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat bi hin îdiayan va welatiyên Filistînê binçav dikin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat binçavkirin êdî bûye karekî normal, hin welatiyên Filistînê yên di nav wan da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.
Li gor daneyên fermî yên Filistînê, di girtîgehên Îsraîlê da kêmzêde 500 girtiyên îdarî, 230yê wan zarok 5 hezar û 700 welatiyên Filistînê hene.