Der barê qezaya asansorê ya li Şîşliyê ya ku bû sedema mirina 10 kesan de, 3 kesên din jî hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Îstanbûlê dike de, 3 kesên din der barê qezaya asansorê de hatin binçavkirin.
Her 3 kes anîn Amirtiya Buroya Asayîşê ya Midûriya Ewlehiyê ya Navçeya Şîşliyê. Muamaleyên wan kesan berdewam dikin.
Di çarçoveya lêpirsînê de duh jî 2 kes hatibûn binçavkirin.