Haydar Şahin
18 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2019
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya dagirkirî 11 welatiyên Filistînê binçav kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku li operasyonên bi şev birin ser hin herêmên Şerîeya Rojava da bi îdiaya "tevlîbûna çalakiyên terorê" 11 welatiyên filistînê binçav kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku welatiyên Filistînê yên hatin binçavkirin sewqî navendên binçavkirinê yên li herêmê kirin.
Hêzên Îsraîlê li Qudsa Rojhilat û Şerîeya Rojava yên dagirkirî gelek caran diavêje ser navnîşanan û welatiyên Filistînê bi hin îdiayan binçav dikin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat mijara binçavkirinê êdî bûye tiştekî normal, binçavkiriyên di nav wan da jin û zarok jî hene bi rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.
Li gor çavkaniyên fermî yên Filistînê di girtîgehên Îsraîlê da kêmzêde 500 girtiyên îdarî, 220ê wan zarok bi tevahî 5 hezar û 500 welatiyên Filistînê hene.
Îsraîl bi pêkanîna jê ra dibêje "girtîbûna îdarî" va li gor îstixbaratê welatiyên Filistînê di navbera mehek û 6 mehan da dîl digre.
Heke biryar were dayîn ku "girtî ji bo ewlehiya Îsraîlê xetere ye" dadger dikare li sûc mêze neke û dema girtîbûnê hetanî 5 salan dirêj bike.