Mustafa Deveci
07 Îlon 2022•Rojanekirin: 08 Îlon 2022
Hêzên Ûris bişev du roket avêtin Xarkîva bajarê herî mezin ê duyemîn ê Ukraynayê.
Di êrîşê da tiştek bi kesî nehat lê zirareke mezin gihîşt kargehekê.
Waliyê Rêveberiya Eskerî ya Herêma Xarkîvê Oleg Sînegubo ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku hêzên Ûris 2 roket avêtin navenda bajêr.
Sînegubo ragihand ku ji roketan yek li kargeheke du qatî ket û li dikana wesayît şûştinê ya li rû agir derket û roketa din jî li ser rêyekê ket.
Ji ber êrîşê zirar gihîşt dikan û wesayîtên der û dorê û polêsên Ukraynayê hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin.
Hêzên Ûris duh jî 3 caran êrîşî Xarkîvê kiribûn û jinek hatibû kuştin.