Kaan Bozdoğan
07 Îlon 2022•Rojanekirin: 07 Îlon 2022
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya li Balqanan da li Belgradê ji hêla Serokomarê Sirbistanê Aleksandar Vucîc va bi merasima fermî hat pêşwazîkirin.
Aleksandar Vucîc li Qesra Serokomariya Sirbistanê pêşwaziya Erdogan kir.
Serokomar Erdogan û Vucîc ji bona hevdîtinên dualî û di nava heyetan da derbasî Qesra Serokomariya Sirbistanê bûn.
Erdogan û Vucîc piştî hevdîtinan û merasima îmzekirina hevkariyên curbecur wê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin.