Hamdı Yılmaz,Ekrem Biçeroğlu
13 Nîsan 2025•Rojanekirin: 14 Nîsan 2025
Hûsiyên li Yemenê yên Îran li piştê ye, ragihandin ku Amerîkayê li dijî bajarên Hudeyde, Beyda û Sadayê 10 êrîş pêk anîn.
Li gorî nûçeya têlevîzyona Hûsiyan a El-Mesîreyê, balafirên şer ên Amerîkayê bajarên Yemenê kirin armanc.
Amerîkayê li dijî bajarên Hudeyde, Beyda û Sadayê yên Yemenê 10 êrîşên asîmanî pêk anîn.
Der heqê encamên êrîşan da hê zanyarî nehatin parvekirin.
- Êrîşên asîmanî yên dijî Yemenê
Hûsiyên li Yemenê yên Îran li piştê ye, bi sedema êrîşên Îsraîlê yên dijî Xezeyê ji 31ê Cotmeha 2023yan û vir va li peravên Yemenê dest dide ser keştiyên bazirganiyê yên diyar dike ku yên şîrketên Îsraîlî ne û her wiha li dijî hinekan jî bi dron û fuzeyan êrîşan pêk tîne.
Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya 7ê Adarê da destnîşan kiribû ku wan 4 roj mawe da Îsraîlê ku destûrê bide ku alîkarî derbasî Xezeyê bibin û her wiha diyar kiribû ku heger na, ew ê li dijî Îsraîlê cardin dest bi operasyonên deryayî bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê platforma Truth Socialê da ragihandibû ku wî telîmat da artêşê ku li dijî Hûsiyên Yemenê "êrîşeke mezin" bide destpêkirin.
Enîs el-Asbahiyê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî Hûsiyan di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ragihandibû ku ji ber êrîşên Amerîkayê yên dijî Yemenê yên ji 15ê Adarê û vir va 107 sivîl hatin kuştin û 223 kes jî birîndar bûn.