Önder Beyter
13 Îlon 2018•Rojanekirin: 14 Îlon 2018
WASHINGTON
Fermandariya Parastina Asîmanî ya Bakurê Amerîkayê (NORAD) ragihand ku roja sêşemê du jetên F-22 Raptor ên Amerîkayî li peravên Alaskayê pêşî li du firokeyên bombardimanê TU-95 yên Ûris birîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya NORADê ya li ser mijarê da hat ragihandin ku pêşîbirîna navborî li rojavayê Alaskayê li qada asîmanî ya navneteweyî pêk hat.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku firokeyên Rûs ji sînorê asîmanî yê Amerîka û Kanadayê derbasî hundir nebûn. Herwiha hat destnîşankirin, dema pêşî li herdu firokeyên bombardimanê hat birîn, firoke di Herêma Pênasekirina Parastina Asîmanî ya Amerîkayê da bûn ku ev der jî 200 mîlên deryayê dûrî peravê Alaskayê ye.
Di serê meha îlonê da û herwiha di gulana çûyî da jî bi heman awayî li peravê Alaskayê ji aliyê jetên Amerîkayî pêşî li firokeyên bombardimanê yên Ûris hatibû birîn.
Hin endamên Komarxwaz ên Kongreya Amerîkayê ji bo vê yekê ku firokeyên Ûris pir nêzîkî sînorê Amerîkayê dibin, gotibûn ku "dixwazin peyamê bidin gelê Amerîkayê."