Elif Orhan
18 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 19 Rêbendan 2017
MOSKOVA
Serokatiya Sererkaniyê ya Rûsyayê da zanîn ku jetên ûris û tirkan li Sûriyeyê dijî DEAŞê herekata asîmanî ya hevpar kirin.
Serokê Daîreya Operasyona Sereke ya Serokatiya Sererkaniyê ya Rûsyayê Sergey Rudskoy daxuyaniyek da çapemeniya ûris û got ku balafirên Tirkiye û Rûsyayê li Sûriyeyê cara ewil herekata asîmanî ya hevpar kirin û li kozikên DEAŞê yên li herêma El Babê xistin.
Rudskoy diyar kir ku ji Rûsyayê balafirên cureyê Su-24, Su-25 û Su-35, ji Tirkiyeyê jî balafirên F-16 û F-4ê beşdarî operasyonê bûn.
Rudskoy da zanîn ku di operasyonê de li 36 kozikên DEAŞê xistin û got ku "Hedef ji aliyê Sererkaniyên her du welatan ve berê hatin tespîtkirin. Di du rojên dawîn de bi balafirên bêmirov çavdêrî hat kirin."
Rudskoy da zanîn ku operasyona hevpar a Hêzên Asîmanî yên Tirkiye û Rûsyayê "gelekî baş" derbas bû.