10 Mijdar 2020•Rojanekirin: 11 Mijdar 2020
Amerîka xurtkirina cihên eskerî û baregehên xwe yên li Sûriyeyê yên li herêmên di bin dagirkeriya YPG/PKKya rêxistina terorê da didomîne.
Li gor agahiya ji çavkaniyên herêmê hatin hildan artêşa Amerîkayê ya ku li Sûriyeyê piştgiriyê dide YPG/PKKya rêxistina terorê di 5 rojên dawîn da li deriyê el-Welîd ê li sînorê Iraq-Sûriyeyê bi tevahî bi 100 tiran sewqiyata eskerî hat kirin.
Di konvoyên eskerî yên ku li bajarên Hesekê, Reqa, Dêrazorê çûn baregeh û cihên eskerî yên hêzên Amerîkayê da gelek wesayîtên bizirx, tirên ser wan girtî, tirên tê da cebilxane û melzemeyên lojîstîk hene tankerên sotemeniyê jî cî girtin.
Çavkaniyan ragihand ku hêzên Amerîkayê yên ku baregeh û cihên xwe yên eskerî yên li herêmên bin dagirkeriya YPG/PKKyê da teqwiye kirin di demên dawîn da gelek wesayîtên bizirx ên cureyê Bradley şandin herêmê.
Artêşa Amerîkayê di dawiya îlonê da jî ji ser Iraqê bi 70 tiran sewqiyata eskerî biribû cihên eskerî û baregehan.
- Hebûna li Sûriyeyê ya Amerîkayê
Amerîkayê di cotmeha 2019an da dema ku Herekata Kaniya Aştiyê dest pê kir baregehên xwe yên li herêmê vala kiribû û pêşanî dabû ku li dora sehayên neftê bi cî bibe.
Hêzên Amerîkayê yên piştgiriya xwe ya ji bo YPG/PKKya rêxistina terorê didomînin di halê hazir da li Sûriyeyê li bajarên Hesekê, Reqa û Dêrazorê li herêmên bin dagikeriya rêxistinê da bi tevahî li 11 baregeh û cihên eskerî hebûna xwe didomîne.
Washîngton daimî teqwiyeyê dişîne baregeh û cihên xwe yên eskerî yên li sehayên neftê yên bin dagirkeriya terorîstên YPG/PKKyî da ne.