Sevim Hatun
30 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan:
"Ji ber bûyerên ku li Parîsê diqewimin ez jî bifikar im, xemdar im. Însanên li Fransayê mafê xwe yê protestokirinê bikaranîn, lê polêsan midaxeleyî wan kir, ez wan polêsan şermezar dikim. Ez wê çapemeniya rojhava ya ku li hemberî van bûyeran bêdeng ma şermezar dikim. Ez bangî rêxistinên mafên mirovan, siyasetmedarên rojavayî dikim ku li hemberî van bûyeran hesas tevbigerin. Hûn şîretan li min dikin, dibêjin 'Li hemberî çalakvanên Parka Geziyê çima wiha tevdigerî?' Ez jî niha bangî we dikim, ma hûn çima li hemberî kesên li Parîsê ji bo azadiyê berxwedidin wiha tevdigerin, hûn çima li hemberî yên Brukselê wiha tevdigerin, ma we çima li Brezilyayê wiha kir? Ew kesên ji bûyerên Parka Geziyê ewqas aciz bûn çima li hemberî bûyerên li Parîsê qewimîn ewqas bê deng man, ya rast em ji ber vê tevgera wan pir aciz dibin. Hêviya me ew e ku bûyerên li wir diqewimin neşibin bûyerên ku li hin taxên bajarên me yên başûr qewimîn."
"Gava ku li herêma Parka Geziyê xebatên vesazkirinê dihatin birêvabirin, xwestin ku cihê 12 daran biguherînin, wan neqlê cihekî din bikin. Yanê kes dar nedibiriyan, qadên şîn texrîb nedikir. Mixabin îro ew park jî ew dar jî li wê derê li cihên xwe ne, texrîbata ku wan çalakvanan kir jî xuya ye. Heke ku ji we pirs bikin bibêjin 'li dinyayê welatê ku hejmara daristan û qadên xwe yên şînahî zêde dike kîjan e' werin ez bersivê bidim; Tirkiye. Pêkan nîne ku Tirkiye bi sûcekî wiha bê sûcdarkirin."
"Parîs û Bruksel dişewitin. Li bajarên din ên li rojhilatê jî protestoyên pir cidî tên kirin, bûyerên mezin diqewimin. Ew saziyên medyayê yên ku 3 sal berê Stenbol ji xwe ra kiribûn mesken, bêyî navber weşana zindî dikirin, li hemberî van bûyeran bê deng man."