Mehmet Alaca
28 Îlon 2024•Rojanekirin: 29 Îlon 2024
Hat ragihandin ji ber lehiya li Katmanduya paytextê Nepala welatê Asaya Başûr 32 kes mirin û 12 kes jî wenda ne.
Li gor agahiya polêsan ji ber barana ku ji duh bi şev pê da dibare li hin herêmên Katmanduyê lehî rabû.
Hat diyarkirin ji ber lehiyê li gor agahiyên ewil 32 kes mirin, 17 kes birîndar bûn û 12 kes jî wenda ne.
Li gor agahiyan hezar û 53 kes jî hatine xilaskirin.